Li Îranê Pevçûn Navbera Hêzên Ewlekarî û Xwepêşanderan Derket

Xwepêşandanên li seranserê Îranê îro Sêşemê di roja 11’an berdewam dikin, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî di destê polîsê Îranî de, destpê kirine.

Medyaya dewleta Îranê û medyaya civakî îro ragihand ku li dehan bajaran di navbera hêzên ewlekarî yên Îranê û xwepêşanderan de şer û pevçûn derketine.

Tevî zêdebûna hejmara kuştîyan û tepeserkirineke tund ji alîyê hêzên Îranê, vîdyoyên ku ser Twitterê hatine weşandin nîşan didin ku îro pirtir

Di xwepêşandanên li Tehran, Tebrîz, Kerec, Yezd û gelek bajarên din yên Îranê de alozî rû dane.

Hat ragihandin ku xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin.

Televîzyona dewleta Îranê got ku li hin bajaran şer û pevçûn derketine, polîsan gaza hesr bi kar anîye da ku xwepêşandaneran belav bike.

Vîdyoyên ku ji hundirê Îranê li ser medyaya civakî têne weşandin nîşan didin ku xwepêşander dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" diqîrin, dema ku jinan çarşef, berrûk û serpoşkên xwe ji xwe dikin û dişewitînin.

Vîdyoyên ser Twitterê nîşan didin ku li bajarê Tebrîzê xwepêşander dirûşmên "Bimre dîktator" diqîrin, ku behsa rêberê bilind yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî dike.

Herwiha di vîdyoyên ser Twitterê de xuya dike ku li bajarên Kurdan Sine û Serdeştê, polîsên Îranê xwepêşander gulebaran dikin.

Li gor daxuyanîyên ser medya civakî, gelek mamostayên zanîngehan wek bertek dijî kuştina Jîna Amînî karvekişîna xwe dîyar kirine.

Xwendekarên çend zanîngehan jibo nerazîbûna li hember desteserkirinên berfireh yên xwendekaran û rûbirûbûna tepeserkirina ji hêla hêzên ewlehîyê li zanîngehan, beşdarîya dersan red dikin.

Kuştina Amînî û rastî şermezarkirineke navneteweyî ya berfireh bûye û ser xwepêşandên didomin, çalakîyên piştvanîyê li seren sere cîhanê têne darxistin.

Lê Tehran qebûl nake, xwepêşandaneran wek haydut yên bi "dijminên biyanî" ve girêdayî ne, binav dike û herwiha wan bi xirakirina aramîyê û bi hilkirina alozîyan tawanbar dike.

Karbidestên Îranê dibêjin ku heta niha di xwepêşandanan de bi tevahî 41 kes mirine, ku di nav wan de endamên polîs û milîsên alîgirên hikûmetê jî hene.

Lê rêxistinên mafên mirov yên Îranê jimareke zêde ya mirinan radigihînin.

Rêxistina Mafên Mirov ya Îranê Hengaw ragihand ku di deh rojên dawî de li herêmên Kurdan herî kêm 18 kes hatine kuştin, 898 kes jî birîndar bûne û zêdetirî 1000 xwepêşanderên Kurd hatine girtin.

Li gorî medyaya dewletê, sazîya dadwerîya Îranê bo darizandina "serhildêran" dadgehên taybet ava kirine.

Li gor çavdêriya astengkirina Înternetê NetBlocks li ser Twitter û çavkanîyên li Îranê, bi armanca dijwartirkirina weşandina vîdyoyan ser medyaya civakî, giheştina înternetê li çend eyaletan hatiye sînordar kirin.