Îran Îhtîmala Êrîşeke Îsraîlî ya Ser Navendên Navokî Lawaz Dibîne

Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Rafael Grossi û Berdevkê Dezgeha Enerjîya Atomî ya Îranê Behrûz Kemalwendî li Tehranê (Arşîv)

Berdevkê Dezgeha Enerjîya Atomî ya Îranê Behrûz Kemalwendî îro Çarşemê got ku îhtîmala êrîşeke ser navendên wan yên navokî lawaz e, lê ger êrîş çêbe jî, ewê bi lezûbezî ji binî her zîyaneke pêkan rabin.

"Me tim ew gef bi cidî girtine. Her êrîşeke li ser navendên navokî yên Îranê wek bijareyeke pêkan dimîne û ger ev yek biqewime, zarara wê kêm be û emê bi lezûbezî ji binî wê rabin” Kemalvendî ji ajansa nîvfermî ya Nurnewsê re got.

Wî herwiha dîyar kir ku divê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (International Atomic Energy Agency) ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî her gef û êrîşeke ser navendên navokî yê Îranê şermezar bikin.

Piştî êrîşa muşekî ya Îranê ya ser Îsraîlê ya 1ê Cotmehê, bendewarî heye ku Îsraîl li navendên atomî yên Îranê bixe jiber ku Îsraîl ji mêjve gefa wê yekê dike.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Sêşemê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku Îsraîl wê guhdarîya Amerîka bike, lê di dawîyê de li gor berjewendîyên xwe yên netewî pêngavên xwe bavêje.

Daxuyanî bi gotara Washington Postê ve hatibû weşandin, ku tê de dihat gotin ku Netanyahu ji rêvebirîya Serok Joe Biden re gotîye ku Îsraîl wê li armancên leşkerî yên Îranê bixe, ne armancên navokî û kargehên neftê.

Biden jî gotibû ku ewê piştgirî nede êrîşa ser navendên navokî yên Îranê û jiber ku bazarên bazarên neftê yên cîhanê beramber îhtîmala êrîşeke Îsraîlê ya dijî zevîyên neftê ketiye rewşeke xembar.

Jêder: Reuters