Raport: YE Hewl Dide Peymana Navokî Ya Îranê Biparêze

Berpirsê siyaseta derve ya YE Josep Borrell

Rojnameya Brîtanî Financial Times roja Şemiyê ragihand ku Yekîtiya Ewropî hewleke dawî dide ji bo rizgarkirina peymana navokî ya Îranê.

Berpirsê siyaseta derve ya YE Josep Borrell ji Financial re got ew li "rêyek navîn" digere da ku dawîyê li kêşeyê bîne, ew kêşeya ku bûye metirsî li ser hewlên dîplomatîk yên Ewropayê yên ji bêhtirî salekê berê ve.

Hevdîtin ji meha Adarê ve rawestiyane ji ber îsrara Îranê ku Waşinton hêza Pasdarên Îranê ji ser lîsta terorê rake.

Li gor rojnameyê, Borrell senaryoyeke ku tê de derxistina Pasdaran ji ser lîsta terorê dide berçavan lê hin grûpên din yên girêdayî wê di lîstê de bihêle.

Berpirsaê siyaseta derve her wiha got ew dixwaze berpirsê gotûbêjan yê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora ji bo gotûbêjkirina vê mijarê serdana Tehranê bike, lê got ku Îran "gelekî nerazî bû".

Reuters hefteya borî ragihandibû ku desthilatdarên olî yên Îranê, piştî êrîşên Rûsya li dijî Ukraynayê û zêdebûna bihayê neftê, ne bi lez in ji bo vejandina peymana navokî ya 2015an.

Jêder: Reuters