Mirina Mahsa Emînî Di Nav Destên Polîsên Îranê De Dibe Sedema Nerazîbûnan

Mahsa Amini

Jineke gênc a îranî piştî binçavkirina wê ji aliyê polîsên moralî yên Îranê ve ku rêbazên tund ên hîcabê yên Îranê bi cih tîne, ket komayê û li ser torên civakî û kolanan ji aliyê Îraniyan ve bû sedema nerazîbûnan.

Di çend mehên borî de, bizavkarên mafên Îranî daxwaz ji jinan kirin ku bi eşkereyî hîcaba xwe rakin, daxwazeke ku dibe sedema girtina wan ji ber binpêkirina koda cil û bergên Îslamî, ji ber ku desthilatdarên tundrew ên welat bi awayekî tund bersiva "reftarên ne exlaqî" didin.

Vîdyoyên ku li ser media civakî hatine weşandin, bûyerên ku tê xuya kirin ku kiryarên giran ên yekîneyên polîsên moralî li dijî jinên ku hicaba xwe rakirine, nîşan didin.

Medyaya dewletê ragihand ku desthilatdaran vekolîn li ser kuştina Mahsa Emînî dest pê kirin li ser daxwaza serok Îbrahîm Raîsî. Polîsan diyar kir ku jina 22 salî dema ku bi jinên din ên girtî re li navenda polîsên exlaqî mabû, nexweş ketibû.

Polîs di daxuyaniyekê de got, "Ji dema veguhestina wê ji bo wesayitê û her weha bo stasyonê ti nêzîkbûne fizîkî bi wê re çênebû."

Daxuyaniyê îddîayên li ser medyaya civakî ku Emînî rastî lêdanê hatiye red kirin.

Dîmenên televizyonê yên girtî yên ku ji hêla televîzyona dewletê ve hatine kişandin xuya dikin ku jinek bi navê Emînî dikeve xwarê piştî ku ji cihê xwe radibe da ku bi karmendeke navedna polîs re biaxive.

Ajansa Reuters ku ev nûçe belav kir nikaribû bi awayekî serbixwe vîdyoyê piştrast bike.

Polîs berê gotibû Emînî piştî ku ji bo "perwerdekirinê" birin navenda polîs ew rastî krîza dil bû. Xizmên wê îdîaayên krîza dil red kirin.

Koşka Spî roja Îniyê mirina Emînî wekî bûyereke ku 'nahêt lêborîn' bi nav kir.

Rawêjkarê ewlehîya niştimanî yê Biden, Jake Sullivan di twîtekê da got:

"Em ji ber mirina Mahsa Emînî ya 22 salî ku li girtîgehê ji aliyê polîsên moralî yên Îranê ve hatîye îşkencekirin nîgeran in. Kuştina wê nahêt lêborîn. Em dê ji ber binpêkirinên mafên mirovan yên bi vî rengî karbidestên Îranî berpirsiyar bigrin."