Îran Xortekî Kurd yê Merîwanî Sêdare Kir

Hemin Mistefayî ku girtêyekê xelkê Merwan bû, Çarşemê danê sibê li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hat sêdare kirin.

Li gorî çavkanî û jêderên agihdar, şeva borî heta sibeya roja Çarşemê malbata Mistefayî û hejmarek ji çalakvanên sivîl li ber girtîgeha navendî ya Sine kom bûn û daxwaza rawestandina bidarvekirina wî kirin, lê saziya dadweriya Komara Îslamî ya Îranê guh neda wan û Hemin Mistefayî bidarve kir.

Beriya niha di Hezîrana 2017an de, ew girtî ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê bo zindan takekesî hatibû veguhestin, lê piştî xwepêşandana bi dehan çalakvanên sivîl û welatiyên Sinê, îdam bi awayekî demkî hatbû rawestandin.

Hemin Mistefayî roja Duşemî 19ê Hezîranê, piştî hişyariya çalakvanên mafên mirovan li ser metirsiya îdamkirina wî, bo hucreya takekesî ya Girtîgeha Navendî ya Sine hat veguhestin.


Rêxistinên Tora Mafê Mirovan yên Kurdistanê ragihandin ku dosyaya hejmarek girtiyan ku Hemin Mistefayî jî di nav de ye, bi fermana Mihemed Cebarî, dozgerê giştî yê Sine (Senendec)ê, piştî xwepêşandanên nerazî yên meha Cotmehê ji bo beşê cibickirina sizayan hatbû şandin.

Rêxistina mafên Mirov di horgiliyên nûçeya xwe de radigihîne ku Hemin Mistefayî piştî xwepêşandaneke girseyî ya girtiyên li zîndana Sine ku di Cotmeha borî de pêkhat bû, ji aliyê nobedarên girtîgehê ve bi tundî hatbûn tepeser kirin ew radestî beşê Îtalaatan hatin veguhastin, piştî 5 mehan cardî vegerandin girtîgeha navendî ya Sine, ev yek pêkhat piştî ku girtî 10 rojan ketin di gireva birçîbûnê de.

Li gor rêxistina Hangaw, lêkolerên Ewlekariya girtîgehê ew bi tundî êşkence dane û mafê girtina parêzer û dîtina malbatê neda ne wî.

Çavkaniyeke agihdar yê nêzîkî Mistefayî ji Hengaw re got"Girtî di dema xwepêşandanên li Girtîgeha Navendî ya Sine de, bi gulleyên hêzên hikûmetê birîndar dibe, lê ji bo dermankirinê nebirin nexweşxaneyê."

Hêmin Mistefayî 34 ji Kanî Dinarî ya girêdayî Merîwanê ye, di Adara 2011’an de bi tawana kuştina endamê Pasdaran Îbrahîm Mihemedî hatibû girtin û şandin girtîgeha Îstixbarata Sine.


Hêmin Mistefayî piştî hat darve kirin, li Kanî Dînar ya Merîwanê merasîma oxirkirina wî pêkhat.

Mistefayî ku 10 sal berê bi tohmeta “kuştina endamekî Pasdaran hatibû desteserkirin, Çarşemê 21ê Hezranê 2023ê. li Girtîgeha Navendî ya Sine hat îdamkirin.


Li gorî Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê û Hengaw, Mistefayî berpirsatiya kuştina wî endamê Pasdarên Şoreşê di bin îşkenceyên giran yên beden û derûnî de girtiye ser xwe û razî bûye ku senaryoya ku ji aliyê lêkolerên hêzên ewlehiyê ve hatiye amadekirin qebûl bike.

Sê welatiyên din ên Merîwanê bi navên Beyan Kakeyî, Hîwa Dadaferîn û Xelîl Şîrzadî bi tawana beşdarî kirin di kuştina wî pasdarî de hatine girtin.

Hemin Mistefayî beriya ku were girtin, endamê partiyeke Kurdistanî ya dijberê hikûmeta Îranê bû, lê di demeke kurt de ji partiyê derket û bi hemahengiya dezgeha îstixbaratê vegeriya Merîwanê.

Mustefayî bi îdiaya "Hilgirtina Çek" 4 sal cezayê girtîgehê hatbû ceza kirin û bi sûcdariya "kuştina bi plan" bi hûkmê Îdamê hat ceza kirin . Tevî ku dezgeha îstixbaratê û pasdarên Şoreşê daxwaz kiribûn ku dosyaya Mistefayî bi navê “muharabe” were pejirandin, lê Dadgeha Bilind ya Îranê ji ber nebûna delîlên pêwîst tometên li ser wî red kirbûn.