Şêwirmendê rêberê bilind ê Îranê Elî Larîcanî di hevpeyvînekê de ku roja Yekşemê ji aliyê ajansa nûçeyan a Tasnim a Îranê ve hat weşandin, got, Îran xwe amade dike ku "bersiva" Îsraîlê bide.
Di 26ê Cotmehê de, firokeyên şerker ên Îsraîlî sê pêlên êrişan li ser armancên leşkerî yên Îranê pêk anîn, çend hefte piştî wê yekê ku Îranê barek ji nêzîkî 200 mûşekên balîstîk li dijî Îsraîlê avêtin.
Îranê berê jî soz dabû ku bersiva êrîşên Îsarelê bide.
Çavkanî: Reuters