Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA îro Yekşemê ji ser zarê rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku divê karbidestên Îranî diyar bikin ka bi çi awayê herî baş, hêza Îranê ji Îsraîlê re nîşan bidin, piştî êrîşa Îsraîlî li ser Îranê du şevan berê.
Xamineyî, li gor ajansa IRNAyê, got: "Nabe xirabiya ku Rejîma Siyonîst (Îsraîl) du şevan berê kiriye, bê biçûkkirin, û ne jî mezinkirin."
Îranê roja Şemîyê êrîşa asmanî ya Îsraîlî ya bi şev li dijî armancên serbazî yên Îranî biçûk kir, û got ku wê tenê ziyaneke sînordar hebû, di demekê de ku Serokê Amerîka Joe Biden banga rawestandina tundûtûjîyê kir ku tirsa rûbirûbûneke giştî li Rojhilata Navîn zêde kiriye.
Artêşa Îsraîlî got, hejmarek firokeyên Îsraîlî sê pêlên êrîşan li dijî kargehên mûşekan û cihên din ên nêzîkî Tehran û rojavayê Îranê pêk anîn.
Xamineyî got ku divê hêza Îranê ji Îsraîlê re were nîşandan û got ku divê rê li ber vê yekê "ji aliyê karbidestan ve were destnîşankirin û tiştê ku di berjewendiya gel û welat de ye, pêk were".
Çavkanî: Reuters