Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Ereqçî roja Yekşemê got ku kuştina cîgirê fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê li Beyrûtê ji aliyê Îsraîlê ve "sûcekî hovane" ye ku bê bersiv namîne.
Ebbas Nîlforûşan roja Înê di êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê de li gel Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellah, hat kuştin.
Ereqçî di daxuyaniya xwe ya ku ji bo fermandarê giştî yê Sipayê Pasdarên Kudetaya Îslamî ya Îranê Sererkan Hisên Selamî de hat şandin, got: "Bê guman ev sûcê hovane yê Rejîma Siyonîst (Îsraîl) bê bersiv namîne.
Îro Yekşemê serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku komên çekdar ên ser bi Îranê ve dê bi alîkariya Tehranê rûbirûyê Îsraîlê bibin piştî kuştina Nesrellah, medyaya fermî ya Îranê ragihand.
Hevbendiyek ku bi navê Mîhwera Berxwedanê tê naskirin, bi dehsalan bi piştevaniya Îranê hatiye avakirin. Ew ji koma Filistînî Hemas, Hizbullaha Lubnanê, Hûsîyên Yemenê û komên çekdar ên misilman ên şîaa li Îraq û Sûriyê pêk tê.
Qalîbaf got: “Em ê bê dudulî ji bo alîkariyê bi berxwedanê re bo her astekê biçin.
Her wiha hişyarî da Amerîkayê.
"Amerîka hevparê van tawanan e û divê encamên wan qebûl bike," wî got.
Cîgirê Serokê Îranê bo Karûbarên Stratejîk Muhammed Cewad Zerîf, li ser kuştina Nasrellah, roja Yekşemê ji medyaya dewletê re got, Îran dê di demek guncaw de li hember Îsraîlê bertek nîşan bide.
Çavkanî: Reuters