Îran Asayîkirina Bi Îsraîlê Re Weke 'Rîaksîyon' Bi Nav Dike

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî roja Yekşemê her hewildanên welatên herêmê yên ji bo asayîkirina peywendiyan bi dijminê wê yê mezin Îsraîl re wek "reaksîyonî û paşverû" şermezar kir.

Ev gotin di demekê de hatin ku danûstandinên berdewam ên bi navbeynkariya Amerîka di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de ji bo danîna peywendiyên fermî dibin, û Amerîka roja Înê got ku herdu welat ber bi nexşeya rêkeftinekê ve diçin.

Raîsî di konferansa navneteweyî ya Îslamî de ku li Têhranê hat lidarxistin, got: Asayîkirina peywendiyên bi rejîma Siyonîst re ji aliyê her dewletekî cîhana Îslamî ve tevgereke paşverû ye.

Tê çaverêkirin ku şandeke Îsraîlî roja Yekşemê biçe Erebistana Siûdî, çend rojan piştî yekem serdana fermî ya wezîrekî Îsraîlî bo padîşahiyê.

Erebistana Siûdî jî piştî sî salî, roja Çarşemê şandek şand Kenara Rojava ji bo ku Filistîniyan ji rêkeftina siberojê dilniya bike.

Raîsî roja Yekşemê her hewildaneke asayîkirinê wekî "daxwaza biyaniyan" bi nav kir, di heman demê de diyar kir ku "teslîmbûn û lihevkirin" di derbarê Îsraîl de li ser maseyê ne.

Wî got: "Yekane bijardeya hemû şervanên li ser xaka dagîrkirî û cîhana îslamî berxwedan û rawestana li hember dijminan e," wî got, û helwesta Îranê dubare kir ku divê Quds were "rizgarkirin".

Di sala 1967an de Îsraîl Orşelîma Rojhilat dagir kir û pişt re tevlî xwe kir, ku Filistînî wê wekî paytexta siberojê ya dewleta xwe ya pêşniyarkirî dibînin.

Peymana di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de dê li pey Peymana Birahîm a bi navbeynkariya Amrîkayê di sala 2020an de Îsraîl bi sê welatên Ereb re têkiliyên dîplomatîk saz kirin.

Raîsî meha borî li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî got: "Her peywendiyeka welatên herêmê û Rêjîma Siyonîst dê bibe xençerek li pişta Filistîniyan".

Îrana bi serdestiya Şîa û Erebistana Siûdî ya ku piraniya wê Sunnî ne, wek du hêzên herêmî, têkiliyên ku ji sala 2016an ve qut bûbûn ji nû ve dest pê kirin, li gorî peymaneke bi navbeynkariya Çînê ku di Adarê de hate ragihandin.

Çavkanî: AFP