Tesnîm: Îranê 30 Bombe Li Tehranê Jikar Xistin Û 28 Kes Girtin

Hin endamên polîsê Îranê (Arşîf)

Ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîm îro Yekşemê ji ser zarê wezareta Îstîxbarata Îranê ragihand ku desthilatdarên Îranê 30 bombeyên ku hatibûn plankirin di heman demê de li Tehranê biteqin, jikar xistin û 28 terorîstên ser bi Dewleta Îslamî ve hatin girtin.

Wezareta Îstîxbarata Îranê di daxuyaniyekê de got: "Hinek ji endamên "Dewleta Îslamî" (Daiş) in, kesên sûcdar in, û ew bi komên tekfîrî yên Sûrîyê, Afganistan, Pakistan û Herêma Kurdistana Îraqê ve girêdayî ne."

Grûpa çekdar çendîn êrîş li Îranê girtine ser milê xwe, di nav de jî du teqînên kujêr di sala 2017an de, ku parlemana Îranê û gora damezrînerê Komara Îslamî, Ayetullah Ruhollah Xumeynî kirin armanc.

Herî dawî, Daişê Cotmeha borî berpirsiyariya êrîşa li ser perestgeheke Şîa girtibû ser milê xwe, ku tê de 15 kes li bajarê Şîrazê li başûrê rojava hatin kuştin.

Çavkanî: Reuters