Îran Hersê Xalên Sînorî li gel Herêma Kurdistana Îraqê Digre

Îro Yekşemê, hersê xalên sînorî yên Îranê li gel Herêma Kurdistan Îraqê, Hacî Omeran, Perwêzxan û Başmax, hat girtin.

Samal Ebdulrehman, rêvebirê giştî yê gumrigê li herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re got ev hersê xal hatin girtin û çi liveka geştiyarî û bazirganî li wir nîne.

Wî ji peyamnêrê Dengê Amerîka Ehmed Zîbarî re got:

“li gor zanyariyên gihîştî nav destê me ew girtineka demkî ye û em nizanin hokara vê yekê çi ye."

Ebdulrehman got ev gav dê bandoreka rasterast li ser karê rojane yê xelkê hebe.

Ew dibêje piştî pêwendiyên wan li gel aliyê gumriga Îranê, berpisan ji wan re gotin ev biryar li Tehranê hatiye standin û ew tenê wê cîbecê dikin.

Ferzing Ehmed, rêvebirê bajarokê Hacî Omeran, ji aliyê xwe ve got ew ta niha nizanin ev girtin demkî ye an na û wan hîn çi biryarên fermî wernegirtine.