Îran Gazî Nûnerê Îraqê Dike Li Dor Vexwendina Nûnerên Kurd li Herêma Kurdistanê

Medyaya Îranê îro Yekşemê ragihand ku Îranê gazî balyozê Îraqê kiriye ji bo protestokirina hebûna komên opozîsyona Îranê di merasîmeke fermî de li Herêma Kurdistana Îraqê ya xweser.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNAyê, di civîna roja Şemiyê de Tehranê nerazîbûna xwe ya tund nîşan da li hemberî vexwendina endamên "komên cudaxwaz" li merasimê "berevajî peymana ewlehiyê ya vê dawiyê ya di navbera Komara Îslamî û Iraqê" de.

Îran peyva “komên cudaxwaz” bikar tîne ji bo aliyên Kurdî yên li dijî hikûmeta Îranê û wan wek rêxistinên “terorîst” dihesibîne.

Herêma Kurdistana Îraqê mêvandariya hin kamp û bingehan dike ku ji aliyê kurdên Îranê ve tên birêvebirin, ku Îranê berê wan bi xizmetkirina berjewendiyên rojavayî û Îsraîlê tawanbar dike.

Di meha Adarê de Îran û Îraqê rêkeftinek ji bo parastina sînorên xwe yên hevbeş îmze kir, û di meha pêş de serokê Îranê Îbrahîm Raîsî peymana "ewlekariyê" qebûl kir û got "ewlehiya Îraq û sînorên wê ji bo me pir girîng e".

Roja Pêncşemê li Herêma Kurdistanê merasîmek bo vekirina navendeke çandî ji bo rêzgirtin li canê nemir Mistefa Barzanî li Herêma Kurdistanê birêve çû.

Di çalakiyê de serokkomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd û serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî û nûnerên komên opozîsyona Îranê jî amade bûn.

ISNA got: "Piştî vexwendina endamên komên cudaxwaz ji bo merasîmeke fermî li Herêma Kurdistana Îraqê û dewama liv û tevgerên hin komên têrorîst li vê herêmê, Balyozê Îraqê li Tehranê roja şemiyê ji bo wezareta derve hat vexwendin."

Di meha Mijdarê de, Îranê êrîşên bi mûşek û dronan li ser sînor li dijî çend girûpên li bakurê Îraqê pêk anîbûn, bi tometbarkirina wan bi gurkirina xwepêşandanên seranserî Îranê piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî di Îlona borî de.

Çavkanî: AFP