Îran Cezayê Darvekirinê li Şerîfe Mihemedî Dibire

Şerîfe Mihemedî

Li gor rêxistinên mafên mirov û ajanên nûçeyan, Şerîfe Mihemedî, çalakvana kedkariyê ya xelkê bajarê Reşt, bi tawana ku çalakiyên li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi rêya têkiliyên wê bi Hizba Komale re, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Li gor çavkaniyên aghedar, ew çalakvana kedkar ji aliyê şaxê yekê yê dadgeha Şoreşê ya bajarê Reştê ve bi tometa 'Bexî' yan 'serhildana çekdarî li dijî dewletê' hatiye cezakirin.

Bexî sûcekî ewlekarîyê ye û li gorî yasaya cezayên Komara Îslamî ya Îranê, her çalakiyek çekdarî li dijî hikûmet û prensîbên Komara Îslamî ya Îranê di bin navê 'Bexî' de wek tawan tê pênasekirin û cezayê wê darvekirin yan jî zindana demdirêj e.

Helmeta Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl û helmeta parastina Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê piştrast kirin.

Helmeta berevanîkirina Şerîfe Mihemedî tekez kir û got ku hukmê li dij Mihemedî "Ragihandina şer û cezayê îdamê ye li dijî hemû çalakvanên civakê û sivîlan" û daxwaza rakirina wî hukmê û azadkirina bê şert û merc ya xanim Şerîfe kir.

Dadgehkirina xanim Şerîfe Mihemedî ku di meha Kanûna sala borî de hatibû girtin, di destpêka meha Hezîrana îsal de piştî şeş mehan ji binçavkirina wê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Reşt ve pêkhat.