Di Agirê Nexweşxaneyekê de li Bakurê Îranê 9 Kes Hatin Kuştin

Medyaya dewletê li Îranê ragihand ku bi kêmî ve 9 kes hatin kuştin piştî ku agirek bi nexweşxaneyekê li bajarê Reşt ket.

Televizyona IRIB ya hikûmetê da zanîn ku şewata li Nexweşxaneya Ghaem roja Duşemê destpê kir û niha êdî agir hatiye vemirandin. Lê vekolîn derbarê sedema pêketina vî agirî didomin.

Mihemed Taqî Aşobî, serokê Zanîngeha Gîlan ya Zanîstên Bijîşkî li Reştê, got ku “mixabin, neh kesan jiyana xwe di vê bûyera şewatê de winda kirin.”

“Piranîya nexweşên ku mirin... li yekîneya lênerîna giran dihatin dermankirin,” wî ji televizyona dewletê re got.

Li gor raportan, li nexweşxaneyê 250 text hene ku di dema agir de 142 ji wan dihatin bikaranîn.

Jêder: AFP