Îran Piştî Karîkaturên Charlie Hebdo Enstîtuyeke Fransî Dadixe

Îranê îro Pêncşemê ragihand ku bo protestokirina karîkaturên rêberê olî Ayetulah Alî Xamaneyî yên di kovara Charlie Hebdo de enstîtuyeke lêkolînê ya Fransî ya li Tehranê hatiye girtin.

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Tehranê piştî Parîs hişyar kiriye, dawî li kiryarên Enstîtuya Lêkolînê ya Fransî yên li Îranê anîye.

IFRI, ku girêdayî Wezareta Derve ya Fransayê ye, bi hevkarîya Delegasyona Arkeolojîyê ya Fransî û Enstîtuya Îranolojî ya Fransî di sala 1983an de ava bûye.

Ew enstîtuya ku bi salan girtî bû, di dewra serokomarîya Hasan Ruhanî ya nermrê de, wek nîşaneke peywendîyên geş ji 2013an heta 2021an bi awayekî aktîf xebitî.

Îran piştî Jîna Amînî ya 22 salî di derdestîyê de hat kuştin bi protestoyên girseyî re rûbirû ma ku pirtir ji 3 meh in didomin.

Charlie Hebdo ser piştgirîya bo xwenîşanderan karîkaturên Xamaneyî bi çapeke taybet weşandin.

Wê kovarê di salên borî de karîkaturên Pêxember Mihemed weşandibûn û milîtanên Îslamî di êrîşeke çekdarî ya bi ser navenda wê kovarê ya li Parîsê de 12 kes kuştibûn.

Li gor ragihandina Charlie Hebdo, karîkaturên Xamaneyî jî bo salvegera wê êrîşê de hatine çêkirin.

Jêder: AFP