Êvariya roja pêncşemê, Sûhrab Rehmetî endamê berê yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, li nêzîkî apartmanên Hana li taxa Hevalan ya bajarê Hewlêrê, rastî hewldana kuştinê hat û bi du guleyan giran birîndar bû.
Partîya (HDKI) di daxuyaniyekê de, Komara Îslamî ya Îranê bi êrîşê tawanbar dike û dibêje ku çendîn dosyeyên giring li ba wî hebûn û çend caran gefa kuştinê li wî xwarine.
Amanc Zîbayî, endamê serkirdatiya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKI) ji Dengê Amerîka re got: “Sûhrab Rehmetî endamê berê yê partiya me bû û parêzerekî navdar li Hewlêrê ye û bi giranî birîndar bûye.”
Wî got "Sûhrab Rehmetî niha li nexweşxaneyê ye û neştergerî jibo wî hatiye kirin, lê rewşa tendirustiya wî ne aram e û ji hişê xwe çûye."
HDKI dibêje ku Sûhrab parzerekî jêhatî bû, endamê sendîkaya parêzerane û ew parazerê dosya terorkirina Qadir Qadrî bû û dosya êrîşa mûşekan ya li dij bingehên partiyê li Koyê û çendîn dosyayên din di dest wî de bûn.
Eyad Kakey serokê şaxê Hewlêr yê sendîka parêzeran dibêje "Sûhrab endamê sendîka parêzreane, mixabin ku bi du gulleyan giran birîndar bûye."
Serokê Sendîka Parêzeran got "Em weke sendîka dê dosya hewildana kuştina Sûhrab giring werbigrîn jiber ku êrîşa ser wî êrîşa ser hemî endamên sendîka me ye."
Raporta Diyar Cemal - Hewlêr