IAEA: Îran Kamîrayên Çavdêriyê yên Navokî ji nû ve Datîne

Rêvebirê çavdêriya navokî ya Neteweyên Yekbûyî Rafael Grossi

Serokê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê roja Şemiyê got, Îran razî bûye ku kamerayên çavdêriyê li çend navendên navokî ji nû ve girêbide û leza vekolînan zêde bike.

Rêvebirê çavdêriya navokî ya Neteweyên Yekbûyî Rafael Grossi pêştir got ku wî hevdîtinên "avaker" bi karbidestên Îranî re li Tehranê pêk anîne piştî vedîtina uranyumê petandî yê ku nêzîkî asta çêkirina çekên navokî de ye.

Di vegera xwe ya Viyanayê de, Grossi bi bîr xist ku "kêmkirin di çalakiyên çavdêriyê yên têkildarî kamerayan û sîstemên çavdêriyê de" heye û got "me li hev kiriye ku ew ê dîsa bixebitin".

Wî got, "Ev pir, pir girîng e" di warê domdariya zanînê de, "bi taybetî di çarçoweya vejîna Plana Berfireh a Çalakiyê ya Hevbeş (JCPOA) de."

Grossi roja Înê serdana Îranê kir ji bo vejandina peymana sala 2015an a li ser çalakiya navokî ya Îranê, ku bi fermî wek JCPOA tê nasîn.

Çavkanî: AFP