Îran: Li Girtîgeha Evin 4 Kes Mirin Û 61 Kes Birîndar in

Bilindbûna dûkelê ji gitîgeha Evin li Tehran

Îranê roja Yekşemê (16ê Cotmehê) got ku 4 girtî di şewata zindana Evîn ya Tehranê de hatine kuştin û 61 birîndar bûne, televizyona dewletê vîdyoyek belav kir ku xuya dike ku aramî vegeriyaye nava girtîgehê.

Berî niha hatbû ragihandin ku di girtîgeha Evin ya Tehranê ku gelek girtiyên siyasî û hemwelatîyîn xwedî du regezname tê de ne, şewat derket û şahidan gotin ku dengê çekan hatiye bihîstin.

Ajansa nûçeyan ya IRNAyê ragihand ku di aloziyên ku di gitîgehê de çêbûn 8 kes birîndar bûne.

Saziya Dadê ya Tehranê di daxuyaniyekê de ragihand “Piştî şer û pevçûn di navbera komek girtiyan de derket yên ku bi tawana dizî û binpêkirinên malî û darayî, hatine girtin, workşopek girtîgehê şewitandin.

Li girtîgeha ku dikeve bakurê paytext Tehranê, tawankar û girtiyên siyasî jî hene.

Şahidekî ji Reutersê re got: "Kolanên ku vedigerin girtîgeha Evin girtî ne. Li wir gelek ambulans hene."

Şahidekî din jî got malbatên girtiyan li ber deriyê sereke yê girtîgehê kom bûne û got, "Ez dûman û agir dibînim. Ez gelek hêzên taybet dibînim."

Karbidestekî ewlekarîyê da zanîn ku aramî cardî li girtîgehê hatîye vegerandin, lê şahidê yekem got ku dengê ambulansan tê bihîstin û dûman hîn jî bilind dibe.

Şahid got, "Xelk li avahiyên derdorê ji pencereyên xwe "Bimre Xamineyî" diqîrin.

Piraniya girtiyan bi tometên ewlehiyê re rû bi rû ne, di nav wan de Îraniyên bi hemwelatiyên xwedî du regezname jî hene (Yên ku ji esil de Êranî ne lê bûne xwediyê nasnamek din ya welatekî biyanî).

Demek dirêje Îran ji hêla rêxistinên mafên mirovan yên rojavayî ve dihê rexne kirin û di sala 2018-an de ji hêla Amerîka ve ji ber "binpêkirinên cidî yên mafên mirovan" ket nav lîsteya reş.

Siamak Namazî, kesê Îranî-Amerîkî ku ev nêzî 7 sal in bi tohmeta sîxuriyê girtî ye, roja Çarşemê piştî bînvedana di demeke kurt ew vegerand ve girtîgeha Evinê.

Human Rights Watch karbidestên zîndanê bi bikaranîna gefên îşkencekirinê û zindankirina bêdem, û herwiha lêpirsînên dirêj û nedana dermankirina pizîşkî ji girtiyan re tawanbar kir.

Berpirsekî Îranî ji ajansa Tasnim re ragihand û got, "Di pevçûnên îro yên di navbera girtiyan de ti girtiyên siyasî beşdar nebûne. Cihên girtiyên siyasî cuda û dûr in ji cihên diz û kesên ku bi tawanên darayî girtî ne."