Îran Cezayê Girtîgehê yê Du Rojnamevanan Kêm Dike û Biryara Sêdaredana Mihemedî Betal Dike

Çalakvanên Mafên Karkeran li Îranê li ser Gora Kiyan Pîrfalk.

Dadgeheke Îranê cezayê girtîgehê yê du rojnamevanên navdar yên Îranî kêm kir ku roleke girîng di şopandina xwepêşandanên piştî mirina Zîna Emînî de lîstin, ku Komara Îslamî ya Îranê ew bi hevkariya bi Amerîka re tawanbar kirine.

Dadgeha temyîzê ya Îranê îdiayên ku her du rojnamevan bi Amerîka re hevkarî kirine red kir.

Peyvdarê dadweriyê Asghar Jahangir roja Yekşemê di ûresskonfêransekê de got, cezayên zîndanê ji bo her du rojnamevanan daxist pênc salan.
Par hikûmeta Îranê 13 sal cezayê girtîgehê li Naylufer Hemmedî û 12 sal cezayê girtîgehê li Îlahe Mihemedî birî bûn.

Vê jî bixwîne: Îran Cezayê Darvekirinê li Şerîfe Mihemedî Dibire

Karbidestên Îranî her du rojnamevanên jin bi hevkarîkirina bi Amerîka re tawanbar kiribûn, tevî ku wan ew tawan red kiribûn, û çalakvanên Îranî dibêjin, hikûmetê ew tawanbar kirine ji ber bandora rûmalkirina wan ji xwepêşandanên girseyî yên sala 2022an.

Berdevkê Dezgeha Dadweriyê got: "Ew ji ber hevkariya bi Amerîka re di dadgeha temyîzê bê tawan derketin."

Şerîfe Mihemedî, Çalakvana Mafê Karkeran ya Girtî li Îranê

Medya herêmî ragihand, ky Dadgeha Bilind a Îranê roja Şemiyê cezayê îdamê yê bizavkara mafên karkeran Şerîfe Mihemedî betal kir, ku bi xebata bi Partiya Komale ya çepgir re dihat sûcdarkirin.

Parêzerê çalakvan Şerîfe Mihemedî, Amir Raisian, duh ji rojnameya reformxwaz Şerghi re got: "Dadgeha Bilind ... biryara li dijî mûwekila min, Xanim Şerîfe Mihemedî betal kir."

Parêzerê wî got ku doz hatiye vekirin.

Şerîfe Mihemedî, ya 45 salî, çalakvanek karker e ku di Kanûna Duyem de ji aliyê pasdarên Şoreşê ve hatibû girtin. Di destpêka tîrmehê de bi tawana fitne û endamtiya Partiya Komale cezayê darvekirinê lê hatbû birîn.