Armîta Geravand Piştî Jihişçûna 28 Rojan Jiyana Xwe Ji Dest Da

Armîta Geravand, xwendekara ciwan a Kirmaşanê ku li metroya Tehranê ji hişê xwe çû, sibeha roja Şemiyê piştî 28 rojan li beşa lênihêrîna giran a nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA ragihand ku xwendekara 16 salî mir.

Radyoya Ferda ragihand, termê Armîta Geravand hîn li nexweşxaneyê ye û radestî malbata wê nehatiye kirin.

Ajansa nûçeyan li ser zarê endamekî malbatê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, endamên malbata Armîta li Tehranê dijîn, lê ew miriyên xwe li Tehranê binax nakin, lewra ew hêvî dikin ku termê wê vegerînin bo veşartina li bajarê wê.

Radyoya Ferda got: “Berpirsên asayîşê ji malbata Armîta re gotine ku bi şertê ku termê wê radestî malbata wê were kirin ji bo veşartina li Tehranê, û ew rê nadin ku were veguhestin û li gundê wan were veşartin.

Di mehên borî de, desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê, ji bo jin û keçan dijî hîcaba bi darê zorê, komên xelkê li metroyên Tehranê bi cih kirine.

Piştî daxwazên gel ji bo ravekirina çawaniya jihişçûna Armîta, karbidestên Îranî vîdeoyên di hundirê metroyê de belav kirin ku tê de tenê dema Armîta dikeve metroyê û dema jihişçûna wê nîşan dide. Rêxistina Amnesty International got ku vîdeo "hatiye guherandin" û çend deqe hatine rakirin.

Rojnama Guardian radigihîne ku ew piştî lêdanê ji aliyê karmendekî hicabê yê bi darê zorê ve bêhiş bûye.

Du şahidan ji Guardian re gotin: “Her ku Armîta li metroyê siwar bû, jineke ku erka bicihkirina hîcabê bi wê re li ser hîcaba xwe dest bi nîqaş kir û bi ser wê de kir hawar kir ku çima porê xwe negirtiye û ev yek bû sedem ku ajana hikûmeta Îranê êrîşî Armîta bike û wê gêr bike.

Şahidan ji Guardian re got: "Heman jina ku Armîta gêr kir, li kêleka deriyê ambûlansê bû dema beşê tengaviyan hat ji bo veguhestina wê."

Rêvebirê Metroya Tehranê piştî rojekê destwerdana berpirs û karmendên Metroyê di bûyerê de red kiribû û tekez kiribû ku xwendekara keç ji ber kêmbûna tansiyona xwînê ji hiş ketiye.