Borrell jibo Vejandina Peymana Navokî Seredana Îranê Dike

Josep Borrell

Îranê got ku berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell îro seredana Tehranê dike ku gotûbêjan li ser hewildanên vejandina peymana navokî bike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade gotibû ku Borrell bi Wezîrê Derve Huseyîn Amir-Abdullahian û karbidestên din re hevdîtinan bike.

"Ev serdan di çarçoveya şêwirmendîya berdewam yên Îran û Yekîtîya Ewrupa de ye û wê li ser têkilîyên dualî, hinek mijarên herêmî û navnetewî û herwiha li ser rewşa dawî ya rakirina ambargoyan gotûbêjan bikin," Xetîbzade got.

Serdana Borell ya neragihandî piştî daxuyanîya Abdullahian ya hefteya borî tê ku gotibû ku Îran hîn jî bawer dike ku danûstandin dikarin ser bikevin.

Armanca danûstandinên li Vîyanayê, ku di meha Nîsana sala borî de destpê kiribûn, vegerandina Amerîka ya peymana navokî û rakirina ambargoyên ser Îranê û herwiha misogerkirina pabendbûna Têhranê bo sozên xwe ye.

Danûstandin jiber pirsgirêkên navbera Tehran û Washingtonê, bi taybetî ji ber daxwaza Îranê ya derxistina Pasdarên Şoreşa Îslamî ji lîsteya terorê ya Amerîkî, ji meha Adarê ve rawestîne.