Îran Fêrkirina Înglîzî li Dibistanên Seretayî Qedexe Dike

Berpirsekî kerta Perwerdeyê li Îranê got êdî fêrkirina zimanê Înglîzî li dibistanên seretayî qedexe ye, piştî ku serkirdeyê mezinê welêt gotiye fêrkirina Înglîzî rê vedike ji bo “ serdestiya kultûrî” ya welatên Rojava.

Serokê civata bilind a perwerdeyê Mehdî Navid-Edhem doh Şemiyê ji tilfizyona Dewletê re gotibû:

“fêrkirina Înglîzî li dibistanên seretayî yên fermî û ne fermî yên Îranê li dijî yaseyan e.”