Îran Çêkirina Droneke Weke ya Amerîkî MQ-9 Reaper Radigihîne

22ê Tebaxê , 2023, Serokê Îranê Îbrahim Raisi û Wezîrê Berevaniyê Mohammad Reza Gharaei û General Amir Ali Hajizadeh

TEHRAN — Wezareta Berevaniya Îranê îro Sêşemê ragihand ku wan firokeke bê firokevan ya ku weke MQ-9 Reaper çêkirîye.

Weke Îran îdîa dike ku ew firoke dikare 24 demjimêran li esmanî bimîne û dikre bigihe "dojmînê sersext" Îsraîlê.

Ajansa IRNA ya Komara Îslamî ya Îranê dîmenên dronê weşandin ku navê wê kirîye Mohajer-10, firoka bê firokevan ya nû çêkirî li pêşangehê di roja pîşesaziya Berevaniyê de hatiye nîşan dan.

IRNA dibêje, firoke dikare 24 demjimêran bifire û her 210 kîlmetran di seatekê de dibire û dikare bombe û teqemeniyan heta 300 kîlograman hilgire.

Di dema nîşandana drona nû çêkirî Mohajer-10 de Serokê Îranê yê tundrê Îbrahim Raisi jî amade bû.

Raîsî di şîroveya xwe ya di televîzyona dewletê de got: "Îro em dikarin bi hêzdarî Îranê wekî welatekî pêşketî û teknolojîk bi cîhanê bidin nasîn."

Raîsî helwêsta Îranê derbarê peywendiyên dostane ligel "hemû welatên cîhanê" dubare kir, û got jî ku hêzên çekdar yên Îranê dê her destî bibre yê ku hewil bide êrîşî Îranê bike.

Ajansa Associated Press (AP) nikarî rasterast îdiayên derbarê şiyanên drona Îranê ya nû çêkirî de (Mohajer-10) piştrast bike.

Herwiha Berpirsên Îsraîlê jî ti şirove derbarê drona Îranê nedan ku piranî ew welat dronên ku dikarin bo demên dirêj bifirin û xwedî kapasîteyek baş çêkin.

Jêder: AP