Wezîrê Berevanî yê Îranê Ezîz Nasirzade îro Çarşemê ji medyaya dewletê re got ku piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên 26’ê Cotmehê hilberîna muşekan ya Îranê nesekinîye.
“Dijmin xwest ku hem sîstemên me yên berevanî û hem jî yên êrîşkar bişkîne, lê ewqas bi ser neket jiber ku me amadekarîyên xwe kiribûn û em xwedîyê agahdarî bûn.”
Nasirzade herwiha got ku jiber ku zanîna wan ya êkirina muşekan xwecîhî ye di encama êrîşan de ti astengî di pêvajoya hilberînê de tuneye.
Nasirzade dîyar kir ku reng e sîstemeke berevanîyê di êrîşê de zîyan dîtibe, lê got ku ew sîstem roja paştir hate guhertin.
Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Duşemê pîlotên Îsraîlî pîroz kiribûn ku zarar gîhandine kanînên Îranê yên çêkirina muşekan.
"We li ser radar û sîstemên berevanîya esmanî êrîşên bi bandor pêk anîn. Ev yek, dema em di siberojê de careke din li wan bixin, karê dijmin djwartir dike ku bikaribe xwe biparêze.”
Gallant herwiha got ku êrîşên Îsraîlê zîyan gîhandin kanînên Îranê yên hilberînê û ew jî hevsengîya hêzê guhertîye û niha hem hêza wê ya êrîşê hem jî ya berevanîyê qelstir bûye.
Jêder: Reuters