Hengaw: Welatiyek Merîwanî bi Armanca Darvekirinê bo Hucreya Takekesî Tê Veguhastin

Sêdaredana çalakvan û kesên siyasî li Îranê berdewame

Girtiyê bi navê Talib Hicratîpûr yê ku ji bajarê Merîwanê ye û beriya niha bi tawan“kuştina bi qest” ji aliyê saziya dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, bo hucreya take kesî ya Girtîgeha Navendî ya Sine hatîye veguhestin.

Li gor nûçeya gihîştî Hengawê, îro şemiyê piştî nîvro, girtiyê 40 salî Talib Hicratîpûr bo hucreya takekesî ya Girtîgeha Navendî ya Sine (Senendc)ê hat veguhestin.

Jêderekî Hengaw da zanîn ku, dibe di rojên pêş de cezayê wî girtî were cîbicîkirin.

Li aliyek din Hengaw doh Înê ragihand ku 22 bersûcên siyasî yên ji Esfehanê bi giştî 161 sal cezayê girtîgehê û cezayên giranli wan hatine birîn.


Jêder: Hengaw