Serokê Îranê Bi Dîplomatê Ku Belçîkayê Ew Berda Bû Re Kombû

Dîplomatê azadkirî Esedullah Esedî

Malpera serokatiya Îranê îro Şemiyê got ku serok Îbrahîm Raîsî bi dîplomat Esedullah Esedî re hevdîtin kir, ku vê dawiyê ji aliyê Belçîkayê ve di doza pevguhertina girtiyan de hatibû azadkirin.

Raîsî di hevdîtina ku roja Înê pêk hat de, derbarê welatên rojavayî de wiha got: "Daxwazkarên mafên mirovan careke din nîşan dan ku ew nepabendî ti yaseyê ne."

Wî her wiha got: "Wan bi binpêkirina parêzbendiya dîplomatîk a dîplomatên Îranî bi awayekî aşkere û bêmînak rêz, rê û prensîbên navnetewî binpê kirin."

Esedî li Belçîkayê bi 20 sal zîndan hat mehkûmkirin, piştî ku ew hat tawanbarkirin bi rola wî di plana teqîna çalakiyeke opozîsyona Îranê de, sala 2018an li derveyî Parîsê.

Lêbelê, ew di 26ê Gulanê de, di bihevguhertinekê de bi navbeynkariya Oman hate azadkirin ku tê de her wiha Îranê xebatkarê alîkariyê yê Belçîkî Olivier Vandecasteele, ku dora 15 mehan li Tehranê girtî bû, serbest berda.

Bihevguherandin pêk hat piştî çend mehan ji nîqaşên germ li Belçîkayê bi taybetî li parlamana wî welatî.

Belçîkî yê 42salî di meha Çile de bi 40 sal zîndan û 74 qamçiyan ji ber "sîxuriyê" hat mehkûmkirin, dadweriya Tehranê wê demê got, piştî dadgehkirinekê ku malbata wî û rayedarên Belçîkayê ew wek "nedadmend" bi nav kir.

Ji meha Gulanê ve, di encama danûstandinên bi navbeynkariya Omanê şeş welatiyên Ewropî ji Îranê serbest hatin berdan û çend kesên din jî hîn li wir girtî ne.

Çavkanî: AFP