Rêxistinên Mafê Mirov dibêjin dadgehên Îranê erêkir li dor girtina demdirêj a 8 endamên pêkhateya Behaiî ya olî ku bi dehan sal e rastî neyeksaniyê tê di welkatekî de ku piraniya xelkê wî Misilmanên Şîaa ne.
Ajansa nûçeyan a Mafê Mirov HRANA di raportekê de roja Pêncşemê got dadgeheka pêdaçûnê li bajarê Yazd girtina şeş mêr û jinekê erê kir.
Raportê ceza û dema cezakirina wan diyar nekir.
Di raporteka din de roja Çarûemê HRANA ragihand ku dadgeheka din endamekî din ê Behaiî bi zîndanê cezakir.
Îran Behaiyan wek kesên bê ol dide nasîn.
Gurûpên Mafê Mirov dibêjin desthilatdar gelek caran wan digrin ji bo baweriyên wan.
Jimara Pêkhateya Behaiî li Îranê derdora 300,000 e.