Îran Plana Kuştina Trump Red Dike Û Banga Avakirina Baweriyek Dualî li Amerîka Dike

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçi

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçi roja Şemiyê tohmetên Amerîka yên ku destê Tehranê di plana kuştina Donald Trump de heye ye red kir û daxwaza avakirina baweriyek dualî ji Amerîka kir.

Araqçî di platforma X'ê de peyamek weşand û got "Niha ... senaryoyek nû tê çêkirin ... ya ku hebûna kujerek weha di rîyalîtê de nebe, ew dest bi senayroyek komedî ya di pileya sêyan de şû dikin."

Araqçî di peyama xwe de dixwaze bersiva Washington bide ku dibêje, ji aliyê Pasdarên Îranê ve fermana kuştina Trump hatîye dan, yê ku di hilbijartinên serokatiyê yên roja Sêşemê de bi ser ket û di meha yek ya Çile de dê sonda yasayî ya wergirtina desthilatê bixwe.

Araqçî got, “Gelê Amerîka biryara xwe da û Îran jî hurmetê ji mafê wan yê hilbijartina serokê ku ew dixwazin digire. Rêya ber bi pêşveçûnê jî bijardeyek e. Bi rêzgirtinê dest pê dike."

Araqçî dîsa got "Îran hewil nade bibe xwedî çekê atomî, ev jî girêdayî perwerdeya Îslamî û hesaba me ya ewlekarîyê ye. Avakirina baweriyê ji herdu aliyan tê xwestin, ew ne rêyek yek arasteyî ye."

Vê jî bixwîne: Washington jiber Plana Kuştina Trump Dijî Zilamekî Îran Doz Vekir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Esmaîl Baqayî (Esmaeil Baghaei) berî niha gotibû ku îdia plana kuştinê "Nehez û dilreşe" ku Îsraîlê û opozisyona Îranê li derveyî welat e ku tevliheviyê di navbera Amerîka û Îranê de zêde bikin."

Çavdêr û Vekolerên Îranî weha dibînin ku dibe nermiyek di navbera Îran û Amerîka de di serdema desthilata Trump de çê bibe eger heta bêyî vegerîna têkiliyên dîplomasî be jî.

Şirovekar Seîd Lîlaz yê ku li Tehran dimîne vê hefteyê got "Tehran li gor berjewendiyên xwe yên taybet dê tevbigere, û dibe danûstandinên veşartî di navber Tehran û Washington de çû bibin. Eger gefên ewlekariyê ser Îranê werin hilandin her tişt mûmkine."

Îran niha li hember dijminê xwe yê sereke ku Îsraîl e rûbirû ye. Rêberên Îranî yên oldar nerihetin jiber ku dibe şerekî berfireh li herêmê derkeve ku niha Îsraîlê di şerekî de ye li gel hevalbendên Tehranê li Gaza û Lubnanê.

Jêder: Reuters