Medya Îranê Dibêje Ahmedînejad jibo Seroktîyê Jinûve Dibe Berbijar

Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad piştî ku di 2ê Hezîrana 2024an de li Tehranê namzediya xwe ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê tomar kir, ji medyayê re axivî.

Medyaya dewleta Îranê îro Yekşemê ragihand ku serokê berê yê welêt Mahmûd Ahmedînejad, ku bi sîyaseta xwe ya tundrê tê naskirin, berbijarîya xwe ji bo hilbijartinên seroktîyê tomar kiriye.

Îranê piştî Îbrahîm Reîsî meha borî di qezaya helîkopterê de canê xwe ji dest da biryar da ku 28’ê Hezîranê hilbijartinên seroktîyê çêke.

Konseya Parêzvananên Îranê, ku rêberên dîndar yên welêt bi rêve dibin, dikare Ahmedînejad ji berbijarîyê derxe.

Ew konse wê li serlêdanan binêre û 11’ê Hezîranê lîsta berbijarên bijarte ragihîne.

Ahmedînejad, ku endamekî berê yê Pasdarên Şoreşê bû, cara pêşî sala 2005’an jibo seroktîya Îranê hatibû hilbijartin û sala 2013’an jiber sînordarkirinan karvekişîna xwe ragihandibû.

Konseya Parêzvanan sala 2017’an ser hişyarîya rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî, ku gotibû berbijarîya Ahmedînejad dijî berjewendîyên wî û welêt e, rê li ber berbijarîya wî girtibû.

Piştî Ahmedînejad bi awayekî eşkere dîyar kir ku divê otorîteya Xamaneyî were kontrol kirin di navbera herduyan de girjî çêbû.

Ahmedînejad sala 2018’an bi awayekî kêm caran hatiye dîtin bi nameyekê Xamaneyî rexne kiribû û banga hilbijartinên azad kiribû.

Jêder: Reuters