Cîgirê Wezîrê Saxlemî yê Îranê bi Vîrusa Korona Ketiye

Cîgirê Wezîrê Saxlemî ya Îranê Îrac Harirçî, bi peyameke vîdyoyî ragihand ku ew bi vîrusa korona girtiye.

Harirçî, ku di derbarê rewişa têkoşîna Îranê ya dijî vîrusa korona de agahî dida rojnamevanan, ragihand ku di encama testan de zelal bûye ku di laşê wî de vîrusa korona heye.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Îranê demeke zûtir ya îro ragihandibû vîrusa korona li wî welatî bûye dibe pirtir mirinan.

Rexnegirên Îranê helwesta tehranê bi tundî şermezar dikin ku hebûna korona veşartî hêlaye û di demeke zûtir de tedbîrên pêdivî negirtiye.