Îran Dibêje Ew Ji Rewşa Şer re Amade Ye

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îranê Seyed Abbas Araqçî li Bexda di Presskonferansek hevpar de, October 13, 2024.

Wezîrê derve yê Îranê Abbas Araqçî roja Yekşemê dîyar kir ku welatê wî jibo "rewşeke şer" amade ye, lê hevdem destnîşan kir ku welatê wî aştîyê dixwaze.

"Em jibo rewşeke şer bi tevahî amade ne. Em ji şer natirsin, lê em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin û emê ji bo aştiyek dadmend ya li Gaza û Lubnanê bixebitin," wî di serdana xwe li Bexdayê ya peytaxte Îraqê de got.

Araqçî di peyameke cuda ya li ser X’ê de weşand, got ku di warê berevanîyê de ti xeta sor ya Îranê tuneye.

"Di dema ku di van rojên dawî de jibo ku em şerekî berfireh li herêma xwe asteng bikin, me hewlên mezin da, , lê ez bi eşkere dibêjim ku di warê berevanîya gel û berjewendîyên xwe de ti xetên me yên sor nînin," wî got.

Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Husên roja Yekşemê got ku Bexda li dijî şerek heremî ye ku Îranê jî beşdar bike, berî tolhildana çaverêkirî ya Îsraîlê ji êrîşa mûşekî ya dawî ya Komara Îslamî re.

Husên ev daxuyanî li Bexdayê di press konferanseke hevpar ya di gel hevtayê yê Îranî Araqçî da.

"Berdewamîya şer û berfirehkirina wê ber bi Komara Îslamî ya Îranê û karanîna esmanê Îraqê (ji alîyê Îsraîlê ve) wek korîdor bi ti awayî nayê qebûlkirin û em redkirin," wî got.

Îranê di 1ê Cotmehê de zêdetirî 180 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê di nav gurbûna şer û pevçûnên navbera Îsraîl û alîgirê wê li Lubnanê, Hizbullahê.

Îsraîl bi dubarekî soza bersîvdana êrîşa mûşekî ya1’ê Cotmehê dbide, ku Îranê wek tolhildana êrîşên Îsraîlê li Lubnan û Gazayê û kuştina serkirdeyekî Hamasê li Tehranê pêk anî.

Wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê Yoav Gallant got, Îsraîl wê bi awayekî "kujer, teqez û matmayî hiştî" li Îranê bixe.

Rojhilata Navîn jiber gurbûna zêdetir ya di salek şer de, niha di asta hişyarîya bilind de ye, dema ku Îsraîl bi komên ku Îran piştgirîyî dide, li Lubnanê bi Hizbullah û li Gazayê bi Hamasê şer dike.

Karbidestên Amerîkî bawer dikin ku Îsraîl di bersiva xwe de li hember êrîşa dawî ya Îranê de, armancên binesazîya leşkerî û enerjî yên wî welatî, sînordar kiriye, televîzyona NBC roja Şemîyê ragihand.

NBC ji zarê karbidestên Amerîkî got ku, ti nîşanek tuneye ku Îsraîl wê navendên navokî yên Îranê bike armanc û li wir kuştinan pêk bîne.