Xwepêşandanên nerazîbûnê dijî hikûmeta Îranê hîn didomin û ev xwepêşandan li hemû cîhanê bi hişyarî tên şopandin.
Li Rojava û Bakurê Sûrîyê jî ew xwenîşandan bi baldarî tê şopandin jiber ku Îran li Sûrîyê xwedîyê roleke berbiçav e.
Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, rojnamevan Adnan Mustafa derbarê rewşa Îranê dibêje ku ew xwepêşandan di çarçoveya şerê li ser desthilatdarîyê ne.
"Helwesta alîyên navnetewî û herêmî ne di wê astê de ne ku xwepêşandanan zêde bikin. Herwiha derket holê ku Amerîka ne di wê bawerîyê de ye xwepêşandan mezintir bibin".
Derheqa siberoja xwepêşandanan û çi encaman dê bi xwe re bîne, Mustafa bawer dike ku roleke welatên mezin li ser vê yekê heye.
"Lihevhatinek di navbera Amerîka û Rûsya de heye ku rola Îranê li herêmê bişkînin. Ger di xwepêşandanan de çek werin bikar anîn, wê çaxê muhtemel e helwesta Amerîka û Rûsya were guhartin".
Mustafa bi bîr tine ku rêya xilasîya Îranê demokratîkbûna wî welatî ye û eger ev gav were avêtin, pirsgirêkên heyî jî tên çareser kirin.
Girêdayî peywendîya xwepêşandanan bi rewşa Sûrîyê, Mustafa di wê bawerîyê de ye ku bandoreke ne rasterast dê hebe.
"Li herêmên Kurdî li Sûrîyê hebûna Îranê tune ye, lê derdora Efrînê milîsên wê yên Şîa hene. Dema bajarokên Nibul û Zehra di bin dorpêça opozîsyonê de bûn, Efrîn jibo wan delîveya jîyanê çêkiribû. Ku Îran bixwaze Kurdên Rojhilat dûrî xwepêşandanan bike, dibe xwe nêzîk Kurdên Rojava bike".
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji 28'ê meha Berfanbara sala borî de, li gelek bajar û parêzgehên Îranê xwepêşandan pêk tên.
Your browser doesn’t support HTML5