Hevşaredarên bajarokê Rêya Armûşa (Îpekyolu) Wanê Azîm Yacan û Şehsade Kurt ku ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP’ê) hatibûn hilbijartin, di encama serdagirtina malan de hatin desteser kirin.
Tevî desteserkirina hevşaredaran, hêzên ewlekarîyê di avahîya şaredarîyê de lêgerîn pêk anîn.
Her du hevşaredar piştî muayeneya saxlamîyê birin Rêvebirîya Ewlekarîya Wanê. Biser desteser kirina hevşaredaran, Meclîsa Şaredarîya Rêya Armûşê civîya û desteser kirina hevşaredaran şermezar kir.
Derbarê sedema desteser kirina Kurt û Yacan de heta nûçeya me dihate amadekirin hêj karbidestan tu daxuyanîyên fermî ne weşandibûn.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê bajarokê Rêya Armûşê Bahattîn Kahraman, bertek nîşanê helwesta hikûmetê ya li hemberî şaredarên partîya wan da.
“Hikûmeta AKP’ê bi avayekî bê hiqûqî û li dijî makeqanûna xwe şaredarên me binçav dike û li şûna wan qayuman dîyar dike. Ev yek nayê qebûl kirin. Ev li dijî, hiqûqê û demokrasîyê ye. Çibe dewletan rêgeza nezaketê hene. Eger sûçek van kesan hebe bila gazî bikin û îfadeya wan bigirin. Di encama darizandinê de jî eger sûçê wan sabît be bila ji kar bigirin. Mixabin tu tiştê wiha tuneye û bi avayekî dij hikûkî îradeya gelê me tê binpê kirin.”
Hêjayê gotinê ye ku Wezareta Karên Navxweyî di nava van çend mehên dawî de, ji şaredarîyên di destê HDP’ê de qayuman dîyar dike.
Heta niha jibo 15 şaredarîyan qayum hatine dîyar kirin û hejmareke zêde hevşaredar jî hatine girtin.
Your browser doesn’t support HTML5