Komarîyên li Iowa jibo Dîyarkirina Berbijarên Xwe Diçin Ser Sindoqan

Donald Trump li eyaleta Iowa, ku di nav sermayeke dijwar de de dengên destpêk jê werin dayîn, di helmeta seroktîyê ya 2024'an de, berbijarê herî bi şans e ku îro Duşemê li beramber hevrikên xwe kandîdbûna Partîya Komarî wergire.

Serdestîya serokê berê dihêle ku pêşbirka Iowayê ya îsal bibe pêşbazîyek ji bo cîhê duyemîn, ji ber ku hem hakimê Florida Ron DeSantis û hem jî balyoza berê ya NY Nikki Haley armanc dikin ku cîhekî zelal wekî alternatîfa sereke ji Trump re wergirin.

Serkeftinek ji bo Trump li Iowa dê argumana wî xurt bike ku ew tekane berbijarê Komarî ye ku dikare di hilbijartinên Mijdarê de li hember Serokê Demokrat Joe Biden derkeve.

Rapirsîyeke roja Şemîyê ku ji navendeke bi bandor a Iowayê hate belavkirin, nîşan da ku DeSantis li pişt Haley maye. Wî 16% ji dengdêrên Komarî yên wîlayetê wergirtine li beramber 20% ji Halley re, di demekê de ku ku Trump % 48 e.

Pêşandana cîhê duyê yê bi hêz jibo Haley an DeSantis hêvîya mayîn nava kêberkeyê zindî bihêle ku rêveçûna Trump ber bi berbijarîyê, ne encamek qutûbir e.