Sûrîyên li Dervayê Welêt bi Şandina Diravan Alîkarîya Malbatên Xwe Dikin

Bazereke taxa Kurdan ya li Helebê (Arşîv)

Her sal 16'ê Hezîranê wek Roja Navnetewî ya Şandina Hawaleyan ya jibo Malbatan (International Day of Family Remittances) tê borandin ku bal bikşîne ser girîngîya beşdarîya kesên koçber û penaber ya di alîkarîya civakên xwe de.

Li Sûrîyê jî jiber berdewamîya krîza aborî gelek malbat bi piştgirîya pereyên ku hezkirîyên wan ji derve dişînin, jîyanên xwe diborînin.

Îbrahîm Heftaro rêvebirê kompanîyeke şandina pereyan (hawalat/hawale) û veguherîna diravan e. Ew bal dikşîne ku bi saya hawalatên ku Sûrîyên ku bi taybetî ji welatên Ewrupî dişînin pir malbat debara jîyana xwe dikin û di demên cejnan de ew hawale pirtir dibin.

"Pêjîyana ji sedî 50 ya malbatan li herêmê bi rêya pereyên hawalatan ku zarokên wan yên li derve dişînin pêk tê. Ev malbat serê her mehê 50, 100, yan 200 dolar yan euro werdigirin û pê pêdivîyên jîyana xwe yên rojane dikrin."

Pispor dibêjin ku bilindbiûna rêjeya enflasyonê û nizimbûna nirxê diravê ku, her dolareke Amerîkî bi nêzî 15 hezar lîreyên Sûrî dike, hiştiye ku kanîna kirînê ya mûçeyan têra pêdivîyên malbatan neke.

Aborîzan Xorşîd Elîka dîyar dike ku bi qasî 10 mîlyon dolar rojane diravên hawalatan derbazî Sûrîyê dibin û ew jî bandora krîza aborî li ser welatîyan sivik dike û tevgera bazarê geş dike.

"Mûçeyên welatîyan li Sûrîyê hindik in, hefteyekê têra wan nakin, loma pereyên ku ji derve tên stûneke serekî ya pêjîyana malbatan e û dihêle ku encamên krîza aborî di nava civakê de kêm bibe", Elîka got.

Li gor çavdêran li herêmên bin kontrola rejîma Sûrî Banka Navendî ya Sûrîyê buhayê kirîna hawalatan ji welatîyan dîyar dike, ku ev buha ji ya bazara reş bi qasî 1500 lîreyan kêmtir e.

Lê, li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê buhayê hawalatan li gor danûstandina li bazara diravan tê dîyar kirin. Tevî ku Rêvebirîya Xweser çevdêrîyê dike, ew destêwerdanê nake.

Aborîzan Elîka dibêje ku pereyên ji derve tên şandin barê desthilatên xwecîhî jî sivik dike.

"Ne tenê malbat sûdê ji pereyên hewlatan digirin, lê hikûmeta Sûrî û Rêvebirîya Xweser jî sûdê ji wan dibînin ku dahata her du alîyan kêm e, berhemanîn li cem hindik e û piranîyan lêçûnên wan jibo xercên leşkerî diçin".

Hêjayê bîrxistinê ye ku li gor raport û pêzanînên navnetewî 6 mîlyon û 500 hezar Sûrî li derveyî welêt weke koçber û penaber dijîn û pir ji wan bi rêya hewlatan alîkarîya malbatên xwe li hindurê Sûrîyê dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_06_15_2024_Hawale