Interpol Ser Tawanên bo Dermanê Vîrusa Korona Hişyarîyê Dide

Sekreterê Giştî yê Interpolê Jurgen Stock

Sazîya Polîsan ya Navneteweyî Interpol dîyar kir ku dibe ku tawanbar ser dermanê vîrusa korona tawanên nû çêkin.

Interpolê da zanîn ku ger dermanekî ser kêmkirina bandora vîrusa korona were çêkirin hin kes dikarin wê bi awayekî ne qanûnî bikirin û bifiroşin.

Sekreterê Giştî yê Interpolê Jurge Stock bal kişand ku tawanbar dikarin ser maske û kelûpelên berevanîyê jî bi heman şêweyî sextekarîyê bikin.

‘’Gava perpûna vîrusa korona were dîtin ewê pêleke cîhanî çêbe’’ Stock got.

Wî dîyar kir ku tawan dê li gor rewişa pandemîyê çêbin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê pirtir ji 4,100,000 kes bi vîrusa korona ketine û 282,728 kes jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.