Serokê Îndonesiya Banga Hemerengîya Olî Û Parastina Destûrî Dike

Serokê Îndonesiya Joko Widodo di dema pêşkeşkirina peyvekê rojekê berî roja Nîştamî li Parlamenê, 16î Tebaxê 2017.

Joko Widodo serokê Îndonesiya ku mezintrîn welate li cîhnaê ku piraniya xelkê wî musilmanin, roja Çarşemê di parlamenê welatî de, roja berî serxwebûnê peyvek pêşkeş kir û daxwaza yekgirtinê û parastina destûrî kir, ku mafê azadiya hemû olan di wî destûrî de hatiye parastin.

Widodo got welatê Îndonesiya navûbangîyek baş heye, jiyana welatiyan liser bingehên lihevbûrîn, wekhevî û dadweriyê tê berdewam kirin, ew nûha li hember Îslamiyên radîkal yên ku, dixwazin bi tûndî şerî'ata Îslamê peyrew bikin rû bi rû ne.

Serokê Înodnesiya ev yek anî ziman piştî ku, pirsgirêka hakimê berê yê Jakarta Basuki "Ahok" Purnama, derketî holê û arêşên olî û mezhebî li Îndonesiya ji sala bûrî heta destpêka vê salê peyda bûbûn, Îslamiyan nerazîbûn li dij hakîmê Jakarta yê berê diyar kir bûn û şîdet û alozî ligel xwe anîbûn.

Welatê Îndonesiya, 88% ji xelkê Wê ku 260 Mîliyon Mûsilman li wî welatî hene, herwehiha ji dervey Muslimanan 5 olên din bi şêweke fermî di dewletê de hatine erêkirin ew jî; Protestant, Katholîk, Hindus, Budî û Konfuşiyosî.