Îran û Hindistanê Dê Kar Bikin ji bo Seqamgêriyiya Afganistanê

Îran û Hindistanê îro Şemiyê ragihand ku dê hevrêziya xwe pêşve bibin di şerê tunderwî, teror û bazirganiya madeyên hişbir de û her wiha ji bo aştî û seqamgêriya welatê Afganistanê.

Serowezîrê Hindistanê Narendra Modî got dê herdû welat her wiha hewil bidin ewlekariya wizeyê pêş bixin û pêwendiyên herêmî berferehtir bikin da bigihin cihên girtî li Afganistan û Asya Navendî bi riya bikaranîna xala deryayî ya Îranê Çabahar û her wiha riyên bejayî û tirênan.

Modî û serokê Îranê Hesen Rûhanî, ku sernada Hindistanê dike, li paytexta Hindistanê axivîn.

Rûhanî got pêwîste Afganistan welatekî çalakdar û ewle be.

Wî got dê Îran û Hindistanê her wiha hevkar bin li Îraqê, Sûriyê û Yemenê.

Serdana Rûhanî bo Hindistanê tê di demekê de ku serokê Amerîka Donald Trump gefan dide ku dê rêkeftina navokî ya sala 2015 a li gel Îranê ji hev bixe.

Serdana Rûhanî ya sê rojan bo Hindistanê îro Şemiyê bidawî tê.