Doktorên Hindistanê Jiber Destavêtin û Kuştina Hevkara Jin Dev ji Kar Berdan

Dimeneke ji xwepêşendaneke doktorên li Hindistanê, bi armanca şermezarkirina tecaviz û kuştina doktoreke jin ya ciwan ji bajarê Kolkata di 9’ê Tebaxê de.

Gelek doktorên ciwan li Hindistanê îro Yekşemê neçûn ser kar, ser banga bi komeleya herî mezin ya doktoran jibo greva 24 demjimêran.

Doktoran jibo hevkareke xwe ku piştî destdirêjiyê hatibû kuştin, daxwaza dadmendîyeke demûdest kir.

Li Hindistanê di 9’ê Tebaxê li bajarê Kolkata xwendekara bijîşkî ya 31salî li zanîngeha bijîşkî û nexweşxaneya bi navê (R.G. Kar Medical College and Hospital) hat tecaviz kirin û kuştin.

Ev bûyer bûye sedema nerazîbûnên bi hers yên li seranserê Hindistanê. Bi taybet karmendên saxlemîyê li i hefteya borî ve xwepêşandanên girseyî dardixin, li kolanan dimeşin û îro jî bilî dermankirina nexweşên giran, nexibitîn.

Grev yan devberdana ji kar ya Komeleya Bijîşkî ya Hindistanê di demjimêr 6 danê sibê de bidawî bû.

Komeleyê bang li serokwezîr Narendra Modi re kirin ku ji sedî 60 doktorên Hindistanê jin in, û loma divê ev destwardanê bike da ku da ku karmendên saxlemîyê yên jin bi rêgezên ewlehîyê yên taybet li nexweşxaneyan werin parastin.

Çalakvanên jin dibêjin ku, ev buyer careke din destnîşan dike ku li Hindistanê tundîya zayendî ya ser jinan bi rengekî berbiçav berdewam dike, piştî tecaviz û kuştina xwendekarek 23 salî di otobuseke de, li Delhi di 2012'an de.

Hindistanê piştî êrîşa 2012’an di pergala dadmendîya tawanan de guherînên berfireh pêk anî, di nav de cezayên tundtir jî. Lê çalakvan dibêjin ku hindik tişt hatiye guhertin û jibo astengkirna tundîya ser jinan ew ne bes in.

Jêder: Reuters