Înce: Erdogan Tirkîyê ji Washington û Brukselê Birêve Dibe

Berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce di mîtînga Enqerê de da zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, welêt ji Washington û Brukselê birêve dibe.

Înce dîyar kir ku ew dê berovajî Erdogan, welêt ji Enqerê birêve bibe.

‘’Di vê hilbijartinê de dê herkes qezenc bike. Çepgir, konservatîf, Kurd, Alevî, serqot, nuxamtî, jin, mêr, ciwan dê wenda nekin’’ Înce got.

Înce bang li Erdogan kir ku di televîzyonê de derkeve hemberî wî û got ku eger ew bixwaze bo nîqaşê ewê mîtînga Stenbolê betal bike.