Muharrem Înce: Armanca Me Êdî 30,000,000 Deng E

Berbijarê sorokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce, ji Erziromê dest bi serdanên spasîyê kir.

Înce, piştî hilbijartinê dabû zanîn ku ewê bo spasîyê here 81 bajarên Tirkîyê.

Piştî hilbijartinê hin endamên CHP'ê xwestibûn ku serokê partîyê Kemal Kiliçdaroglu karvekişîna xwe bide û li şûna wî Înce bibe serok.

Înce li Erziromê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê CHP "tevlîhev nebe" û di navbera wî û Kiliçdaroglu de peywendîya biratîyê heye.

Înce da zanîn ku ew dê di Îlona 2018'an de dest bi kempeyneke nû bikin û hewil bidin ku heta salekê 1,250,000 ciwan bikin endamên CHP'ê.

Muharrem Înce da zanîn ku wan di hilbijartinê de 15,000,000 deng sitandine û êdî armanca wan 30,000,000 deng e.