Muharrem Înce Dibêje Ewê ji Berbijarîya Serokomarîya Tirkîyê Venekişe

Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce, ku bo serokomarîyê jî berbijar e, ragihand ku ewê ji berbijarîyê venekişe.

Înce îdia kir ku şansê wî li gor yê berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu hîn zêde ye.

‘’Birêz Kiliçdaroglu dema hat serdana partîya me tifaq êdî qedîyabûn. Serdaneke nezaketê bû ya Kiliçdaroglu’’ Înce got.

Wî dîyar kir ku ew bi Kiliçdaroglu re ser erdhejê û ewlekarîya hilbijartinê axivîye û wî çawa xêrhatin li wî kiriye weha bi rê kirîye xatir ji wî xwestîye.

Kiliçdaroglu piştî serdana Înce di preskonferansa hevbeş de gotibû ku ew dixwazin ku sifreya Xelîl Îbrahîm mezintir bikin.

Înce ser wê gotina Kiliçdaroglu dîyar kir ku wî di civînê de behsa tiştekî wisa nekiriye.

Serokê Partîya Memleket dîyar kir ku ger nîyeta wan lihevkirin bûya wan ew civîn nedihişt demên dawî.

Jêder: Haberturk