Di derketina xwe ya kempeynê ya yekê de piştî hewildana kuştina hevrikê wî yê Komarî Donald Trump, Serokê Amerîkî Joe Biden êrîşa ser Trump bi tundûtûjîya nijadî û ya çekan ve girêda.
Biden bang li Amerîkîyan kir ku bi tevahî vê tundûtûjîyê şermezar bikin.
“Berpirsîya me ye ku em pileya germê daxînin û tundûtûjîya bi her şêweyî şermezar bikin,” wî roja Sêşemê ji dengderên Amerîkîyên Afrîqî re li Las Vegas got.
Di mîtîngekê de li kongreya Komeleya Niştimanî ya Pêşxistina Kesên Rengîn (NAACP), ku rêxistineke mafên sivîl e, Biden bal kişand ser tundûtûjîya ku hember Amerîkîyên Afrîqî de tê kirin, di nav de jî George Floyd yê ku sala 2020’an ser destê polîsekî sipî hate kuştin.
Serokê Demokrat banga kontrolkirina tundtir ser çekan kir û dîsan daxwaza vejandina qedexeya ser çekên şer li Amerîkîyê kir ku ji sala 2004'an ve bidawî bûye. Ev banga wî derbarê çekan ya pêşî ye ji dema ku teqekirinek Şemîya borî li mîtîngeke Trump li Pennsylvania bû, tê de piştgirekî Trump hate kuştin û çend jî birîndar bûn, di nav de Trump bi xwe.
“Tivingeke AR-15 di teqekirina li Donald Trump de hate bikaranîn. Wekî çawa ew wekî çekekî şer gelek gelek kuştîne, di nav de zarok. Dem hatiye ku em wan qedexe bikin. Min carekê wisa kir, ezê cardî jî wisa bikim.” Biden dîyar kir.
Piştgirîya Amerîkîyên Afrîqî jibo misogerkirina serkeftina Biden girîng e. Jiber wisa, wî sîyasetên xwe derbarê mijarên jibo Amerîkîyên Afrîqî girîng in ligel yên Trump da ber hev. Wî herwiha henek bi peyva “karên Reşan” kir ku Trump gelek caran bikar tîne.
“Ez dizanim karê Reşan çi ye. Ew cîgira Serokê Amerîkayê ye,” Serokê Amerîka got ku pesnê Cîgira xwe Kamala Harris kir, ku ew bi xwe him Amerîkîyeke Reş e û hem jî bi regez ji Başûrê Asyayê ye.
Di hevpeyvîneke de ligel televizyona BET ya ku mijarên girêdayî Amerîkîyên Afrîqî diweşîne, Biden di heman rojê de peyama xwe dubare kir.
Serokê Amerîkî îro Çarşemê dê axaftinekê li pêş UnidosUS, mezintirîn rêxistina mafên sivîl ya Hispanîk dide, di hewildanekê de ku dengê Amerîkîyên Latîno jî bidest bixîne.