Serokê Îmarat Şêx Xalîfe Bîn Zeyîd El Nahyan Koça Dawî Kir

Serokê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Şêx Xalîfe Bîn Zeyîd el Nahyan

Ajansa nûçeyan ya dewletê WAM îro Înê ragihand ku Serokê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Şêx Xalîfe Bîn Zeyîd el Nahyan koça dawî kiriye.

Ew di heman demê de desthilatdarê mîrgeha Ebu Dabî bû.

Sedema mirina Xalîfe Bîn Zeyîd el Nahyan nehat eşkere kirin.

Li gor qanûna bingehîn, ya cîgirê serok û serokwezîr Şêx Mihemed Bîn Reşîd el-Mektûm, wê wek serok bi wekaletî kar bike; heya ku civata federal ya ku rêberên heft mirgehan di nav 30 rojan de bicive û serokekî nû hilbijêre.

Xalîfe yê ku di 1948an de ji dayik bû, di 2004' an de li mîrgeha herî dewlemend Ebû Dabî bû desthilatdar û hevdem bû Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Tê çaverêkirin ku nîvbirayê wî Prensê cîgir Mihemed bîn Zeyîd el-Nahyan were şûna wî.

Prensê cîgir Mihemed bîn Zeyîd el-Nahyan hikûmdarê defakto yê Îmaratê ye, bi taybet piştî ku Xalîfe di 2014'an de felc bû û ji wê demê vir ve pir hindik derket pêş raya giştî.