Bajarvanên Stenbol û Enqerê ji ser rêka Twitterê ragihand ku ewê piştgirîya berbijarîya Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP), Kemal Kiliçdaroglu bikin.
Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji ser hesabê we yê Twitterê piştgirîyeke xurt da Kiliçcdaroglu.
“Wek kurê CHP'ê û Bajarvanê Hevgirtina Netew, ez bê guman im ku di nava yektîya ku gelê me dixwaze, birêz Kemal Kiliçdaroglu û Hevgirtina Netew wê hîn mezintir bin.
Hevgirtina Netew yekîtîyeke sîyasî ye ku bi vîna avakirina dewleteke karîger û demokratîk û civakek aştîyane û dewlemend hatiye damezirandin. Ez bawer dikim ku ewê ji gelê me re nîşan bidin ku ew ne bê çare, bê hêvî û tenê ne.”
Bajarvanê Enqerê Mansur Yavaş jî got ku ewê li dervayê vîna Kiliçdaroglu ti livan nekin.
“Me di daxuyanîyên heta niha de dîyar kirîye ku emê dijî vîna Serokê xwe Birêz Kemal Kiliçdaroglu tevnegerin. Em di heman xetê de ne. Hêvîya me ew e ku Hevbendîya Netew bi hemî pêkhatên xwe li ser rêya xwe bidome.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku Seroka Partîya Baş, Meral Akşener demeke zûtir ya îro ragihandibû ku ewê berbijarîya Kiliçdaroglu qebûl nekin jiber ku navê wî li ser wan hatiye ferz kirin.
Akşener gotibû ku li gor vekolîn û anketên wan Îmamoglu û Yavaş navên herî baş in ku bibin berbijar.
Kiliçdaroglu jî piştî ragihandina Partîya Baş ya dijî berbijarîya wî, bi peyameke vîdyoyî banga hevgirtinê kiribû û gotibû ku ewê Tifaqa xwe berfirehtir bikin û dijî Erdogan û Erdoganîzmê şer bikin.