Dadgeha Tirk Cezayê Zindanê li Bajarvanê Stenbolê Îmamoglu Birî

Dadgeheke Tirk îro Çarşemê bi du caran cezayên du sal û heft meh zindankirinê li Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu birî, bi sedema ku wî di axaftinekê de karmendên dewletê biçûk xistine.

Li gor qanûnên Tirkîyê divê ew her du ceza ji alîyê Dadgeha Pêdaçûnê werin pejirandin.

Îmamoglu yek jî berbijarên herî xurt yên hilbijartinên sala 2023yan e û alîgirên wî bawer dikin ku ew ceza kiryareke polîtîk e.