Îmamoglu: Me li Stenbolê Aştîya Civakî Pêk Anî

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Pêncşemê got ku di gera wî de li bajêr aştîya civakî çêbûye.

Îmamoglu, ku jibo Bajarvanîya Stenbolê jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, dîyar kir ku wan bi karên xwe nîşan daye ku ew li gor dadmendîyê tevdigerin.

‘’Me li Stenbolê dadmendî û aştîya civakî çêkir û me partîzanî ji avahîya şaredarîyê derxist, avêt derve.’’

Wî got ku tevî ku hemî partîyan li Stenbolê berbijarên xwe nîşan dane jî ew dizane ku ewê careke din bi ser keve.

Îmamoglu da zanîn ku li Stenbolê 16 mîlyon kes hene û got ku li gor bawerîya wî wijdanên wan piştgirî didin wî.

Stenbol di hilbijartinên 2019’an de bi berbijarîya Îmamoglu ket destê CHP’ê û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hewil dide wê jinûve bistîne.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) tê dîtin, li Stenbolê li hember desthilata AKP'ê piştgirî dabû Îmamoglu.

DEM Partî dîyar dike ku stratejîya sala 2019’an êdî nameşe û bi berbijarîya Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî diçe hilbijartinên 31’ê Adarê.

AKP, ku berbijarê wê yê li Stenbolê Murat Kurum e, dîyar dike ku DEM Partî û CHP hevkarîyeke veşartî dimeşînin.

Beştaş do Çarşemê ser îdiayên piştgirîya jibo CHP’ê got ku ew li Stenbolê bi partîyên nadin qezenc kirin yan hinda kirin û ew jibo serketina partîya xwe dixebitin.

Jêder: Gazete Duvar