Îmamoglu Dibêje Erdogan bi Gotinên Xwe Dixwaze Gel Bitirsîne

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jiber gotinên wî yên li Hatayê rexne kir.

Erdogan li Hatayê gotibû ku ger rêvebirîya navendî û rêvebirîya herêmî dest nedin hev, hevkarîyê nekin ti xizmet wê neyê wî bajarî.

Îmamoglu dîyar kir ku ji hilbijartinên herêmî re demeke hindik maye û got ku armanca Erdogan tirsandina gel e.

‘’Bi rastî divê ser gotinên Erdogan analîz werin kirin. Çi hiqûqî, çi psîkolojîk divê analîz çêbin. Li pêş mexdûrên erdhejê li xwe mikur hat got ku jiber ku ew nehatine hilbijartin wan alîkarî nebiriye.’’

Wî dîyar kir ku ewê Erdogan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bibîne ku efendî ne ew e, lê gel e.

Bajarvanê Stenbolê got ku wê bi mîlyonan kes di rojên pêş de bersîva gefên Erdogan bidin.

Îmamoglu, ku yek ji navên li pêş yên muxalefeta Tirkîyê ye, di hilbijartinên 2019’an de bû bajarvanê Stenbolê.

Ew jibo Stenbolê jinûve berbijarê bajarvanîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye û li hember wî berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî Murat Kurum e.

Jêder: NTV