Îmamoglu: Ez Heyranê Kurdan û Zimanê Kurdî Me

Ekrem Imamoglu

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Çarşemê got ku ew heyranê Kurdan û zimanê Kurdî ye.

Îmamoglu, ku jibo hilbijartinên 31’ê Adarê jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, got ku li Tirkîyê kesên hem Kurdbûnê hem Tirkbûnê hês nakin jar û xizan in.

‘’Ez heyranê Tirkî me, ez heyranê Tirkbûna xwe me. Ez bi vê yekê bi coşê dikevim, jê têr nabiml Lê, ez di heman demê de heyranê Kurdên vê axê me, heyranê Kurdî me.’’

Îmamoglu ser tercîhên hilbijêrên Kurd yên li Stenbolê got ku ew dikarin bi awayê sîyasî dengên xwe bidin Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), lê divê jibo xizmetan dengên xwe bidin wî.

Îmamoglu do Sêşemê jî gotibû ku li Stenbolê bi mîlyonan Kurd hene û berpirsîya li ser milên wî jî mezin e.

CHP û DEM Partî li Stenbolê bi tenê jibo bajarvanîya Esenyurtê hevkarîyê dikin.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi berbijarîya Murat Kurum hewil dide Stenbol jinûve bistîne.

Berbijarên DEM Partî yên jibo Bajarvanîya Stenbolê Murat Çepnî û Meral Daniş Beştaş in.

DEM Partî dîyar dike ku stratejîya sala 2019’an ya ser piştgirîya jibo berbijarên CHP’ê êdî nameşe û dibêje ew dixwaze li rojavayê Tirkîyê jî serketî be.

Jêder: Medyascope