Îmamoglu Dibêje Ewê di 2023yan de Desthilatê Gêr Bikin

Ekrem Imamoglu

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) got ku ewê di sala 2023yan de bibin îqtidar.

Îmamoglu di civîna şaredarên CHPyî de got ku ew têkoşînê dizanin û ewê bi ser kevin.

‘’Ewê milet bi hev re rabe ser xwe. Hûnê bibînin, ewê bi deh mîlyonan dengan li dû me bimînin’’ Îmamoglu got.

Dadgeheke Stenbolê di rojên borî de cezayê zindan û qedexeya sîyasetê li Îmamoglu birîbû û muxalefeta Tirkîyê ser vê bertekên tund nîşan dabû.

Ser biryara dadgehê, Îmamoglu dîyar kir ku ew ne biryara dadgehê ye, bi zexta sîyasî hatiye dayîn.

Îmamoglu di sîyaseta Tirkîyê de yek ji navên çalak e ku hin alî dixwazin ku ew rêberîya muxalefetê bike.

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi piştgirîya xwe ya bo Îmamoglu jî tê zanîn ku bajarvanê CHPyî do di hevpeyvînekê de spasîya wî kir.